Ketum
aşıkken tamamlanır
düşmanken yarım kalan tehlike
ketum hançer, çiğ rüzgar
künyendeki kaza benim adım
yatışmaz artık içimde başlattığım hikaye
ben her yerden aşka çıkarım
ırsıdir aşk
babadan oğula geçtiği gibi
geçer bir aşktan diğerine
ruhumu beklet, dağı ertele
dönülmez sözler verdim
döndüğümde çaresine bakarım.
Murathan Mungan
Kulîlkên Ezêb:
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Evîna te kûr e, hêviya dinê
Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb
Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da
Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mehfûra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand
Kulîlka heft rengî
jêhatî û pirr şengî
guh bide vî dengî; "ma qey tu dijminê min î?"
Porê te kej e, çavên te gelawêj e
dişewitîne/dihelîne
bejn û bala te min dikuje...
Ne besê bêje; ew qas sekinîme li ber deriyê te?
Stêrka sibê tu yî
tîna rojê tu yî
germa havînê tu yî
bêhna biharê tu yî
hevala min tu yî
delala min tu yî
bê lome be zalima min tu yî...
li ber xwe nekeve dilo;
/roj berî rojekê kesk /
wê bi ewran baran
bi baran keskesoran ji me re bê...